Selmas
Navê wê yê kevn Dîleman û Şapûr bûye. Li Rojhilatê Kurdistanê ye.
Kakil
Giyayekî bêhnxweş e wek rêhanê, lê pelgên wê naziktir in.
Sava
Sawa. Zaroka sava. Her tiştê ku nû çêbibe, wek mirov, ajal, giya.
Rajan
Hejan. Qilqilîn. Lerînewe. Cûlanewe. Gundekî Rojhilatê Kurdistanê ye.
Erdem
Navê eşîreke Kurdan bûye li Bakûrê Kurdistanê.
Berbiyan
Gundê li ber bax û baxçeyan. Gundek e li seyrangeha Selahedîn a ser bi Hewlêrê.
Deydîk
Landik. Helork.
Şêrkuj
Kujerê şêr. Navê girekî mezin e li rojavayê destê çepê yê Silêmaniyê. Gundek e li herêma Leylax a Sine.
Derûn
Hundir. Hundirê her tiştekî. Dil. Vijdan. Hinav. Navzik.
Saz
Alaveke muzîkê ye. Dilxweş. Dewlemend. Amade.