Nekeroz
Gelek sar. Çiyayek e li rexê Bane.
Meşîn
Geriyan. Meş bo xwenîşandanê jî tê bikaranîn.
Varîn
Tenêtî. Nediyarî.
Kanîle
Kaniya piçûk.
Rubat
Boseya nêçîrvan. Veşartgeha kewê.
Jerêje
Cihê ku zêde kew lê hebin. Navê gundekî ye li quntara çiyayê Kosalan li Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê.
Asa
Paşgira peyvekê ye bi wateya wek, wekî. (Palewan asa hestaye ser pê).
Kemere
Kember. Navqed. Cihê bangder li ser minareyê. Gaşeberd. Navenda topa erdê.
Dayax
Sebr û hewsele. Bêhnvedan. Behre. Fayîde.
Giyaben
Giyayekî gelek bêhnxweş e.