Bêrîvan
Yên ku karê wan pezdotin e.
Dêber
Erdê binê gund.
Zazê
Şermoke. Kêmqise.
Xaşîl
Ji keşk û rûn tê çêkirin.
Karniyar
Daxwazkarê kar.
Berxal
Navê kaniyekê ye li herêma Pişder li Başûrê Kurdistanê.
Zendor
Navê bajarokekê ye li serdema Sasaniyan, li herêma Kût li rexê Emare ku hikûmeta Beis navê wê kire Elî Xerbî.
Peşmîne
Ji peşmê hatî çêkirin. Perçeyeke nerm û ciwan e ku ji hiriyê tê çêkirin.
Torevan
Wêjevan. Edîb.
Ewram
Çake. Bexşiş. Qencî. Baş.