Mangîle

Heyva ku taze hiltê. Şiklê heyvê di nav alayê de.

Perwê

Gundek e li Başûrê Kurdistanê.

Tanas

Navê gundekî bûye li Bakûrê Kurdistanê ku navê tirkî danîne cihê wê de.

Kakî

Kake. Biragewre. Deşta rast û text.

Cigersoz

Cergsoz. Dilsoj. Dilovan.

Nemir

Zindî.

Ronyas

Rûnas. Rûynas. Zertik. Giyayek e ku pelgên wê tûj û gulên wê zer û piçûk in û du metroyan bilind dibin. Ji reh û rîşeya vî giyayî bi kar tînin bo rengkirina bendikan û hiriyê rêsayî, û rengê wê jî sor e.

Sane

Hesan. Kaxît.

Wazin

Nûkulîlk. Hêvî û miraz. Bi kirmaşanî wate vekirîne (Dergan wazin).

Şewnim

Xûnav. Awing. Aweng.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!