Serkanî
Çavkaniya ku av jê dizê. Av jê derdibe.
Hejmet
Xefet. Keser.
Haya
Agehdar. Hişyar. Jîr. Her hinde û bes.
Maraw
Ronahiya heyvê. Fîşengeke agirdar e.
Zêvîn
Zêwîn. Ji zîwê hatibe çêkirin.
Tavîn
Tava baranê. Rêjne baran. Li hindek herêmên Bakûrê Kurdistanê dibêjne tîrêja rojê “Tavîn”.
Berxal
Navê kaniyekê ye li herêma Pişder li Başûrê Kurdistanê.
Kardû
Tovê giyayekî ye ku dişibhe genim û reş e. Giyayekî pelgpan e ku dixin nav simaqê û zer dikin û piştre dikne risq.
Hejend
Seyr. Ecêb.
Dîde
Çav. Xwedî ceribandin.