Hawar
Hewar. Bang û hawar. Hawarbirina xwe bo kesekî din. Ax û dax. Navê kovarekê ye ku Celadet Alî Bedirxan di sala 1932an de weşand û 57 hejmar jê derketin. Navê kovarekê ye ku ji aliyê Hafiz Mistefa Qazî ve li sala 1971an li Bexdayê dihate weşandin, lê piştî sê hejmaran hate daxistin. Navê gundekî ye li Başûrê Kurdistanê li quntara çiyayê Şinirwê ku Kakeyî ne.
Karox
Çiyayekî asê ye wek sûreke mezin, ketiye pişt gundê Botê li Başûrê Kurdistanê û heman kardox e.
Zinak
Navê çiyayekî ye li herêma Îlamê li Başûrê Kurdistanê.
Senar
Navê eşîreke Kurd bûye li rexê Urmiyê.
Hewreman
Hewraman. Herêmek e li Başûr û Bakûrê Kurdistanê.
Rûgul
Rûyê ku wek gulê be. Rûmetê (dêmê) wê wek gulê be.
Avdar
Avakirin. Çêkirin. Avabûn. Avabûna tavê.
Serfiraz
Serbilind.
Siwaro
Navê yek ji hewayên kevn ên muzîka kurdî ye.
Ciwanmêrd
Ciwanmêr. Camêr. Xweşmêr. Mirovê çak. Mirovê qenc.