Serfiraz
Serbilind.
Bernav
Zêde nav.
Torevan
Wêjevan. Edîb.
Hozar
Bax û gulzar. Bilbil.
Wertê
Cihê ku tije ye ji gul û giya. Nawerast. Cihê asê wek zozan û çiyayê rijd. Gundek e ketiye quntara çiyayê Karox.
Nekeroz
Gelek sar. Çiyayek e li rexê Bane.
Rêsan
Kaniyek e li Awiyera Mezin a Sineyê.
Mêra
Mezin. Gewre. Hezkirî. Cihê rêzê. Mêra yan mîtra navê peyamberê rêz û hezkirinê ne.
Şano
Ew sekoya ku hunermend diçe ser û li wir hunera xwe nîşan dide.
Salîn
Salane.