Şabisk
Pirça dirêj û bedew.
Xurt
Bihêz. Biqavet.
Revok
Rihliberê ku ji mirov bitirse û bireve. Tûre û nerihet. Aciz.
Sefan
Rêze çiya.
Geras
Hilûçeyên zer ên payîzê.
Mako
Makû. Madkûh (çiyayê Madan). Bajarekî Rojhilatê Kurdistanê ye. Komkirina û serûberkirina tiştan.
Rana
Navê yek ji yezdanên zerdeştiyan bûye.
Xêvet
Çadir. Kon. Xeyme.
Bercewen
Berçavan. Ew hinda ku çav dibîne. Dîmen. Çavediyar. Çavenaz.
Raye
Kêrhatî. Hed.