Hawnas
Nasyarê hevdu. Hevalê hevdu.
Mandan
Kolikên ku bi tenê li çiya û zozanan têne çêkirin. Navê keça Ejdehakê paşayê Mad û navê diya Kuruşê Hexameniş bû. Navê gundekî ye li herêma Barzan li Başûrê Kurdistanê.
Zîlan
Geliyê Zîlan geliyek e ku dikeve bakûrê deşta Erdîşê, û li derdora 15-20 km dûrî bajarê Erdîşê, di navbera Erdîş û Giyadînê de ye, û ser bi parêzgeha Wanê ye. Di meha tîrmeha 1930î de leşkerên Tirk ketine nav gundên Zîlanê, û komkujiyeke mezin çêbûye. Ji vê bûyerê re dibêjin Komkujiya Geliyê Zîlan. Li gorî rojnameya tirkî ya Cumhuriyet a roja 16ê tîrmeha 1930î, li Geliyê Zîlanê 15 hezar kes hatine kuştin. Navê deştekê ye li milê bakûrê herêma Erdîşê li Bakûrê Kurdistanê. Navê eşîreke mezin e li herêma Wanê li Bakûrê Kurdistanê.
Gijnîje
Gijlok. Gîjgîjok. Teyrok.
Goyje
Goyîj. Givîşk. Çiyayek e li rojavayê bajarê Silêmaniyê.
Pexşe
Kurtkiriya peyva “pexşan”ê ye. Bilavok.
Kanî
Serçawey aw. Çavkaniya avê. Çavkanî.
Sawên
Samal. Saw. Asîmanê sahî.
Dirêşk
Direwş (Derziyeke stûr a mezin e ku çerm pê kun dikin).
Xonas
Xwenas. Kesê xwe nas dike.