Lêval
Keç an jinek ku lêvên wê sor û bedew bin.
Pergul
Per wekî gulê.
Awat
Hêvî, Miraz
Gerdengaz
Gerdendirêj.
Zerrîne
Zêrîn. Ji zêrê çêkirî.
Xetan
Destewajeya hezkirina dê û bavan e bo zarokên xwe.
Rabûn
Hestan. Rasan. Raperîn.
Pirpire
Pûlekên masiyan. Giyayeke şîn ê gelek nazik û ciwan e ku di nav bax û bêstanan de şîn dibe û rengê qola nokan dide, lê pelgên wê cuda ne û bo zikêşanê baş e.
Dozan
Gûzan. Tîxa ku mirov rihê (riyê, rûyê, rêdîna) xwe pê kurr dike. Giwêzan.
Bakasiya
Navê bajarokekî ye li herêma Bedre ku Kurdnişîn bû, lê ji aliyê Beisê ve hate teirîbkirin.