Komas
Navê hozeke Kurd e di navbera Sine û Merîwan û Seqizê ku dibêjine wan, Komasî.
Guldeste
Destegul.
Yarê
Yar. Bangkirina yarê.
Salor
Jîr û têgihîştî.
Nesrîn
Navê gulekê ye.
Ênê
Gundek e li bin çiyayê Kodo li Başûrê Kurdistanê.
Şiyar
Hişyar. Nerazayî. Di soranî de wateya erdê kêlayî jî dide.
Şelal
Xwînîn. Bixwîn. Xwênawî.
Aso
Sûya asîman û erdê. Xêza dawiyê a bi hev gihîştina erd û asîman, ku bi çav wisa tê dîtin.
Rexşan
Birîqedar. Biçirûsk.