Telê
Zêr. Kurtkiriya navê Tel`et e.
Ewram
Çake. Bexşiş. Qencî. Baş.
Kewxal
Bedew wek xala kewê. Amaje ye bi dilbera bedew û şox û şeng.
Tirûske
Birîqe. Şewq. Ronahî.
Sozan
Sûtan. Sohtin. Şewitîn. Pirjimara peyva “soz” wate peyman.
Rojîn
Wek rojê.
Ewîndar
Evîndar. Aşiq. Dildar.
Taban
Peyveke farsî ye bi wateya birîskedar. Ronahîker. Coxînka heyvê.
Mêwerd
Tovreşandin piştî yekem barana payîzê.
Koreng
Koma rengan. Hemû reng pêkve.