Meyre
Meyro. Penîr û lorikê têkel.
Berkaz
Pencere. Kuna der û dîwaran.
Tewar
Baza mê.
Hevîn
Evîn.
Nijmar
Cihê ku zêde mar lê bin.
Rewa
Qebûl. Meşrû`i. Heq.
Şatî
Şexte. Sehol. Hewayê sar. Sir û serma.
Arenak
Çiyayek e li herêma Bîngolê.
Destewar
Koşeke qirşikan bo şewatê.
Estî
Navê xûşka Mîr Zeynedînê Botanî û xûşka Zînê ye ku qehremana nav çîroka Mem û Zînê ye, ku bi zaravayê kurmancî dibêjnê “Sitî”.