Şîlaz
Navê gundekî ye li herêma Duhokê li Başûrê Kurdistanê.
Dalaho
Navê çiyayekî ye li herêma Rêjaw li Rojhilatê Kurdistanê li nêzî çiyayê Bemo li Dojkirind û Qesra Şîrîn ku mezarê Bawe Yadgarketiye quntara wî çiyayî.
Birjang
Bijank. Bijang. Mijol. Birjol.
Gulbo
Bêhna wê wek gulê.
Werya
Bi vî awayî. Bi vî şêwazî.
Newşîrwan
Navê yek ji paşayên Îranê bûye, ku wek Newşîrwan Adil dihate naskirin.
Rewrewk
Tirawîlke. Serab. Ew cihê ku ji dûr ve wiha hizir dikî ku av e, lê dema nêz dibî, dizanî ku ne av e.
Sûregul
Sorgul. Gula sor.
Kulinde
Cûceyê xwînşirîn. Serbendê straneke kurdî ye.
Hemrîn
Rêzeçiyayekî başûrê Kerkûkê ye ku hevterîb e digel rêzeçiyayê Zagrosê.