Bamezrê
Navê gundekî ye li Akrê.
Bilûr
Şimşala şivanan.
Bermûr
Milwanke.Gerdenbend. Gerdebenî.
Narinc
Navê fêkiyekê ye ji cinsê portixalê.
Raste
Xetkêş. Bazara sergirtî.
Mîran
Pirjimara mîr. Paşa. Mîran navê hozeke Kurd a koçerî bûye li Kurdistanê. Mîr di kurdî de kurtkiriya naznavê (Emîr) e û digel peyva Emîr a farsî ku wateya “seyîd” dide cuda ye. Wek mîrên Kurdistanê: (Mîrê Soran, Mîrê Botan.)
Begzad
Begzade. Malmezin. Malbeg.
Bêjwê
Gundek e li quntara çiyayê Alan li pişta Serdeştê li Rojhilatê Kurdistanê.
Sewze
Cureyeke mêwijê ye. Pincar.
Sinîn
Gundek e li herêma Sîdekan li Başûrê Kurdistanê.