Gulzêr
Gula ku ji ava zêrê hatibe çêkirin.
Cengbaz
Cengawer.
Weşîn
Dawerîn. Hilwerîn. Bilavker (Bilawkerewe).
Sabat
Kepra mezin.
Guljîn
Jiyana wî wek gulê. Terpoş û rêkûpêk.
Hatan
Bext û şans.
Perşan
Navê çiyayekî ye li Bakûrê Kurdistanê. Bedew û bixeml.
Espere
Giyayê rengrêjî. Destkê bêlçeyê. Cihê pê li ser bêlçeyê.
Varkan
Navê zozanekî ye li herêma Dersîmê li Bakûrê Kurdistanê.
Asîde
Helwaya ku doşaw digel de be. Helwaya ku ji ar û rûn û doşawê tê çêkirin. Mirtoxe.