Çiradan
Çiradank.
Dilop
Dilopên avê.
Rêdûr
Rêdîr. Kesê ku riya wî dûr e.
Sabûr
Navê bajarokeke Kurdnişîn e li herêma kût li Başûrê Kurdistanê ku Kurdên Lor têde jiyane, lê hikûmeta Beis Kurd ji wir derxistin û kire erebnişîn.
Perwa
Tirs.
Raga
Soz yan hewayê muzîkê. Navê sirûdeke serdema Zerdeştiyan bû.
Hemîn
Sist. Tenbel û îhmal. Kesê xwe ji kar vedidize. Bi giştî. Hemû. Niha. Heya niha. Ev nav zêde li herêmên Menguran û Siwêsnayetiyê heye.
Lîva
Berxê nûzayî.
Jawero
Çemê hertim zelal. Melbendek e li Herêma Hewraman li Rojhilatê Kurdistanê ku ji çend gundan pêk hatiye.
Aqar
Şûn û cih. Cî û mesken. Derdor.