Destgir
Dezgîran. Dezgirtî. Pîrê terîqetê.
Bager
Gerdelûl, Babelîsk, Bayê tund ku lûl dibe û bihêz e.
Rewşê
Bedew. Geş û sor.
Wermêl
Gundek e li nêzî çiyayê Metîna li herêma Badînan li Başûrê Kurdistanê.
Bêxal
Sade. Befra spî. Ava pak. Navê seyrangehekê ye li nêzî Rewanduzê li Başûrê Kurdistanê.
Aniya
Di zaravayê kevn ê Kelhorî de tê wateya Şewnim. Xûnav.
Pîran
Di soranî de wateya bêhişketinê dide. Navê gundekî ye di navbera Hewram û Merîwanê de.
Neşmîl
Bedew û dilrevîn.
Lano
Kurtkiriya peyva “lan” e ku tê wateya hêlûn û cihê jiyanê.
Çawciwan
Çavciwan. Çavên bedew û ciwan.