Lorkê
Lorik.
Kilawzer
Kumê ji zêr hatî çêkirin. Kum altûn.
Rêzbar
Rêzdar.
Pamûre
Pawane. Pawêne. Xirxala pê. Bazina ku dixin pêyê xwe de.
Neşmîl
Bedew û dilrevîn.
Sawên
Samal. Saw. Asîmanê sahî.
Nasiyar
Nas. Aşna. Nasiyaw.
Kejawe
Dara ku li ber tenişta dîwar dixin bin karîteya ban de. Du sinduqên darîn ên sîvandar bûn ku datînane ser pişta hesp û hêştiran û lê siwar dibûn. Zêdetir xan û pîr û îxtiyar dema ku ji Mekke û Medîneyê vedigeriyan lê siwar dibûn.
Pelûle
Ardepelû. Xwarinek e ji ard û rûn tê çêkirin.
Têkoşer
Kesê têkoşînê dike. Kesê xebatkar.