Tarû
Navê gulekî ye ku zêdetir li Hindustanê heye û navê wê yê zanistî “Colocasia esculenta” ye.
Ciwanro
Navê bajarekî Rojhilatê Kurdistanê ye.
Barîse
Firrfirre. Firrfirroke. Darê navbera stûn û karîteyê.
Nazilî
Nazdar û nazenîn. Serbendê straneke kurdî ye.
Sarî
Peyva hezkirinê ye bo bangkirinê.
Weşîn
Dawerîn. Hilwerîn. Bilavker (Bilawkerewe).
Feylî
Çend tîreyek in ji Kurd ku di koka xwe de xelkê Îlamê ne, lê nêzî 400 salî dibe ku li Bexdayê dijîn.
Aştîxwaz
Kesê ku lihevkirin û sulhê dixwaze.
Gona
Kolm. Gup. Kûlmek.
Rêkok
Rêya teng. Rêçke. Barîkerê.