Armîn
Kurê çarem ê Keyqubad. Biwêr û netirs. Arambûn.
Jîro
Mirovê jîr.
Zaza
Nevî û nevîçirk. Herêmeke pan û berîn e li Kurdistanê. Yek ji zaravayên kevn ê zimanê kurdî ye. Tîr yan beşek e ji Kurdan li Bakûrê Kurdistanê.
Gurgîn
Bizna borr.
Şêna
Bihêz û biqavet.
Kardar
Navê eşîrekê ye li Rojhilatê Kurdistanê. Cihgirê balyoz.
Rana
Navê yek ji yezdanên zerdeştiyan bûye.
Kara
Kesê ku karê wî baş e. Kevir. Ber. Kuçk.
Xaldar
Mirovê xaldar. Navê gundekî ye li herêma Mukiryan li Rojhilatê Kurdistanê.
Tenya
Tak. Bi tenê. Takekes.