Kolneder
Nebez. Nevest. Kesê ku nakeve û berdewam dibe.
Wênaz
Cihê ragirtina wêneyan.
Gulbang
Dengvedan.
Ajar
Berhema zeviyê.
Rojne
Kulega xanî ku ronahiya rojê tê re derbas dibe. Di soranî de “Roçne” jî dibêjin.
Zor
Zoro. Îbnê Xelekan ku Kurd bûye û di eslê xwe de Hewlêrî ye dibêje: Zor navê kurê Ejdehak bûye û binêşeya Şarezûrê wî daniye. Hemdullahê Mistofî jî dinivîse: Çimku deshilatdarên Şarezûrê zordar û şerker bûn, lewra navê wê kirin Şarezûr.
Daşo
Birayê mezin. Daşê.
Niyak
Bi kelhurî wate Bav û bapîr.
Gemşo
Zoranbaz.
Kalo
Ey mirovê pîr û kal. Pîro.