Şengedar
Dara ciwan. Şox û serhal.
Sabûr
Navê bajarokeke Kurdnişîn e li herêma kût li Başûrê Kurdistanê ku Kurdên Lor têde jiyane, lê hikûmeta Beis Kurd ji wir derxistin û kire erebnişîn.
Banîje
Hemû serbanekî nizm û piçûk.
Vajî
Berevajî. Serûbin.
Dilo
Kurtkiriya Dildar. Ey dil.
Zerya
Derya. Behr.
Xoşeng
Xoşeng e (Her bixwe bedew e. Bedewiya xwerisk).
Ezna
Navê eşîreke Kurdan bûye ku nêzî Xuremawa û Elîgûderz li herêma Loristanê.
Hacîle
Guleke spî ya navzer.
Yezdan
Xwedê. Îzed. Xwedanê alemê.