Beroj
Berpala ku tavê dibîneç
Pêşrew
Pêşeng.
Weyse
Weys. Navê şêxekî ye ku gorra wî li ser çiyayekî ye li Mayîdeşta Kerecê.
Askewan
Kesê ku askan xwedî dike
Ferkar
Kesê ku destûr an fermanekê radigehîne û dixwîne.
Dalaho
Navê çiyayekî ye li herêma Rêjaw li Rojhilatê Kurdistanê li nêzî çiyayê Bemo li Dojkirind û Qesra Şîrîn ku mezarê Bawe Yadgarketiye quntara wî çiyayî.
Dîmen
Ew hinda ku bi çav xuya dike.
Meran
Reh û rîşeya yasemînê ku darcigareyê jê çêdikin. Gundek e li berbiniya çiyayê Kodo li Başûrê Kurdisatnê.
Awiyer
Çiyayê ku zêde kanî tê de hebin. Çiyayek e li pêşberî bajarê Sine û cihê seyrana xelkê wî bajarî ye.
Îsêwe
Navê gundekî ye li herêma Pişderê. Îna: Hîna. Anî.