Xelat
Diyarî. Pêşkêşî.
Xayan
Katbirdin. Katgirtin. Wextgirtin.
Gulewez
Guleber.
Kalme
Navê şemşîreke kevn e.
Kardû
Tovê giyayekî ye ku dişibhe genim û reş e. Giyayekî pelgpan e ku dixin nav simaqê û zer dikin û piştre dikne risq.
Nermê
Dilbera nerm û bedew.
Hewêr
Cudakirin. Vavartin. Cudakirina berx û karikan ji diya wan bona ku şîrê wan nemijin.
Şekan
Hejiyan li ber bayê.
Wîlkan
Bûkeşûşe. Ew tiştên ku bi naylon û pîneyan bo leyîza zarokan çêdikin. Wewîle. Wewle.
Keylan
Mînaka bedewiyê. Mînaka şeng û şepaliyê.