Birîn
Xwînhatin ji perçeyeke leş.
Karî
Karîger. Kartêker. Kûr (Birîna wî karî ye, wate birîna wî kûr û giran e). Bihêz û têkoşer. Zîrek di karkirinê de.
Nadî
Cihê bêhnvedanê.
Xoybûn
Maneya wê serbixweyî, xweserî û "serxwebûn" e. Dema partiya Xoybûnê li Sûriyê hate avakirin, hinek Kurdên soranîaxêv jî amade bûn. Loma bi vî awayî navê partiyê hate danîn, jiber ku "xo" bi devoka soranî heman “xwe” ya devoka kurmancî ye. Komeleya Xoybûnê li sala 1927an li “Bihemdune” bi alîkariya Ermenan û di mala “Vahan Papazyan” de hatiye damezirandin.
Dilniya
Xatircem. Bêxem. Arxayîn.
Rêbîn
Rêzan. Şareza.
Silovan
Eşîreke Kurd e li Bakûrê Kurdistanê.
Sehen
Sîber. Sî. Sermaya tund. Zêcama nanxwarinê. Siya tije ya darê. Navê cureyeke tiriyê ye ku “sehenî” jî dibêjnê.
Mazîçin
Kesê ku maziyan diçine.
Xanîle
Gundek e li herêma Riwanser li Kurdistanê.