Sernas

Birêz. Di nav xelkê de naskirî.

Mukrî

Navê eşîrekê ye li Mehabadê.

Dîlman

Gundek û herêmeke çir a ser bi Hewlêrê li rexê Hacî Omeran li Başûrê Kurdistanê.

Semen

Rûmet. Semengul. Gula Yasemen. Zerê kal. Gulezêrîne.

Kafa

Kiloxê serî. Pişta patikê. Cimcimeya serî.

Dêsem

Deysem. Navê serdarekî kevn ê Kurd bûye di serdema Sasaniyan de ku bi “Dêsemê şêr” navdar bûye, û di dema êrîşa Ereban bo ser Kurdistanê hatiye kuştin.

Tîrvan

Tîrhavêj.

Rêzbar

Rêzdar.

Lava

Bedew û li ber çav.

Sinêje

Alaveke ristinê ye.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!