Keşkol
Fîncana fexforî. Gerdenbenda zêr an zîw ku dixin stûyê zarokan de. Deftera bîrewerî û helbestan. Nexşek e nav cacim û bermalkê de. Tasa avê ya derwêşan. Keşkoł ji dareke wek dara nargîlê û li Hindustanê tê çêkirin.
Ferkan
Rûnivîsî. Destûr. Ferman.
Kîvî
Kêwî. Çiyayî.
Şaçira
Çiraya mezin.
Gulavdûn
Tiştê ku bi rengê gulavê hatiye çêkirin.
Tîşkan
Navê kurdî yê gundekî bûye li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk guheriye û navê tirkî li ser daniye.
Keya
Naznavê mêrên xwedîdeshilat. Koxa. Kaye.
Bamezrê
Navê gundekî ye li Akrê.
Raspêr
Kesê ku tiştekî dispêre.
Xemaze
Darqulapa masîgirtinê.