Pelerîn
Giyayek e ku pelgên spî diweşîne.
Resa
Lêvrêj.
Nûşen
Zeviya nû. Mêrga nû. Çîmenê nû.
Kaniyasîr
Navê gundekî ye li Badînan li Başûrê Kurdistanê.
Rosem
Rostemê Zal. Qehremanê çîrokên Îranî ye û li gor şahnameya Firdûsî û berhemên Seidî û helbestvanên Fars, Rostem Kurd bûye. Kak Dewletşah jî zêdetir ji 500 peyvên kurdî li nav vê destanê derxistine û selimandine ku Rostem Kurd bûye.
Hejend
Seyrûsemere. Ecêb.
Hako
Ji nişkê ve. Bêyî vê ku lê binêre.
Firya
Hawar û dad. Yarmetî. Firyakewtin. Çûna bi hawara kesê de. Gihîştin di dema xwe de.
Ravot
Êrîşî ser wî/ê kir. Rateka. Kete hundir. Ji çawiha ravotan hatiye wergirtin.
Sazaw
Ava sazgar. Kaniyek e li herêma Gawero.