Sindî
Navê hozeke Kurd e li rexê Mûsilê li Başûrê Kurdistanê.
Hano
Alîkar. Hono. Yarîdeder.
Qetûr
Navê kelh û herêm û gundekî Kurdnişîn e li rexê bajarê Xoyê (Xwê) li herêma Şikakan ku derbazbûyiya wê vedigere bo sala 716an berî zayînê, û di vê salê de Sargonê duyem paşayê Aşûr ji wir re derbas bûye û çûye nav xaka Urartûyê.
Çilçira
Çiraya çendçiq ku li mizgeftan û malmezinan de tê hilkirin.
Serfiraz
Serbilind.
Şanîk
Nîşane. Belge. Şahid.
Gare
Çiyayek e li herêma Badînan li hemberî bajarê Amêdiyê ku Sedam Husên li ser wî çiyayî kelhek çêkiribû. Guhar. Denê mirîşka hêkker. Çiya. Şax. Kej.
Hane
Kanî. Serçawe. Henase. Handan.
Xoran
Navê gundekî Kurdistanê ye. Xwarin.
Rawek
Parzînk.