Herman

Heta hetayî. Hertim man. Hertimî.

Bernas

Binavûdeng. Naskirî. Di ferhena “Xal” de wek “Bê ezmûn û cahil” hatiye manakirin.

Soşîn

Giyayekî stûr ê bilind e ku binê wê wek silkê (çuxenderê) ye ku hişk dikin û dikutin.

Tojîn

Hilkolîn li kok û binetara her tiştî.

Hîran

Daristan. Bax û baxat. Hîran û Nazenîn du gund in li nêzî hevdu li Başûrê Kurdistanê.

Daban

Navê gevrî yan girekî ye li pişt çiyayê Pîremegrûn li rexê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê.

Rêwan

Pasewan û nobedarê rê. Rênas.

Amiyar

Alîkar, Hevkar, Yarmetîder.

Lawiko

Kurê law. Kurê nûgihîştî.

Gemşo

Zoranbaz.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!