Şêro
Amaje ye bi mirovê nêrîne yê jîr û bizêw.
Varso
Navê gundekî ye li herêma Dersîmê li Bakûrê Kurdistanê.
Çinar
Sûre çinar. Sore çinar. Darek e ku pelgên wê wek pelgên mêwa tirî ne.
Lorkê
Lorik.
Dîrek
Stûn. Tika û rica.
Sero
Îlham. Hizrek ku ji xeyb (nediyar) ve digihîje dil.
Beşîr
Di zaravayê soranî de tê wateya ajel an jî jinên şîrdar. Lê di farsî de tê wateya mizgênîder.
Meyrem
Meyremê. Ji navê Meryemê hatiye wergirtin ku navekî kevn ê aramî ye. Serbendê straneke kurdî ye.
Nîştiman
Welat, Serzemîn. Ser`erd.
Derbaz
Rizgar. Qutar.