Wajîn
Avdaniya şitilên titûnê heya du sê rojan li ser hev bona ku şîn be û xwe bigire. (Bi soranî: Gûran. Riskan.)
Rewend
Koçer. Çadirnişîn. Zozanî.
Bajîlan
Eşîreke Kurdan e.
Ferma
Got. Fermûy. Kerem kir.
Soşîn
Giyayekî stûr ê bilind e ku binê wê wek silkê (çuxenderê) ye ku hişk dikin û dikutin.
Meran
Reh û rîşeya yasemînê ku darcigareyê jê çêdikin. Gundek e li berbiniya çiyayê Kodo li Başûrê Kurdisatnê.
Şanîk
Nîşane. Belge. Şahid.
Şêrkuj
Kujerê şêr. Navê girekî mezin e li rojavayê destê çepê yê Silêmaniyê. Gundek e li herêma Leylax a Sine.
Zimnako
Çiyayek e li rexê rojhilatê bajarê Derbendîxan li Başûrê Kurdistanê.
Hemîniya
Navê bajarokekî bû li herêma Kurdnişîn a Neimaniye li Başûrê Kurdistanê ku bi destê rejîma Beisê hate teirîbkirin.