Rendan
Pirjimara peyva rend e ku dibe aza û mêrxas. Erdê ku herçar aliyên wê av bin. Textayiya serê girikan.
Kewend
Çadir. Reşmal. Kon. Çadira ku ji tûkê hatibe çêkirin.
Çemane
Piyaleya şerabê. Qedeha şerabê.
Hewêrde
Teyrekî dengxweş ê qelew ê kuncî kuncî ye ku ji reşolekê zexmtir e û aşiqê herzinê ye, û zêdetir li nav zeviyan de tê dîtin.
Ezna
Navê eşîreke Kurdan bûye ku nêzî Xuremawa û Elîgûderz li herêma Loristanê.
Îliyan
Hêlûn.
Sapan
Lîstika zarokane.
Dahên
Ji peyva dahêner hatiye wergirtin.
Bêlan
Cihê hişk û germ. Çolistan. Cihê bilin di navbera du çeman de.
Gulîbir
Porkurr.