Kepran

Demsala hatina bo derve li gund. Dama dawiya buharê. Dema çûna bo zozanan. Dema danîna kepran.

Diyana

Navê bajarokekî ye li Başûrê Kurdistanê ku niha dibêjnê “Soran”.

Henisk

Giriya bikul. Kesê digirî û hevdem îsk têne wî/ê.

Başîla

Bi zazakî wate aware.

Zemo

Navê çiyayekî ye li Kurdistanê.

Derez

Navê baxekî ye li herêma Hewramanê.

Las

Laz. Lac. Giyayê ku hatiye dirûn lê nehatiye komkirin. Darekî wek dara sinciyê ye lê bê strî ye. Firîw. Rêxa ga. Navê qehremanê çîroka Las û Xezal e, ku Las xelkê Balek û Balekiyan e.

Kewela

Sewzepoş. Keskpoş. Serî heya binî kesk.

Rengałe

Teyrekî rengbireng e ku mêşê hingivînê dixwe.

Sente

Nepenî. Nihênî. Sirra ku veşartî maye.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!