Dînê
Îşare ye bi keç an kurê serşêt di evîndariyê de. Di straneke kurdî de hatiye (Were “dînê”. “Dînê” min).
Ramîs
Maç. Ramûsan.
Xazê
Sor (Wek berxî xazê).
Guhdar
Kesê guhê xwe dide mirov. Aqil û têgihîştî.
Barêze
Bawerîn. Ew fêkiyê ku ba diwerîne. Giyayekî wek kerewizê ye.
Nîştiman
Welat, Serzemîn. Ser`erd.
Goran
Re`iyet. Kurdên Goran. Rêgir û çete. Çêrgeh.
Sindûs
Deştek e li rexê Nexede.
Vegêr
Kesê gotinan vedigêre.
Gulçinî
Karê gulçinînê.