Kosar
Cihê ku gelek çiya li wir hebin. Navbera çiyayan de.
Serko
Serkone. Lome. Sexerbirin.
Şewçira
Çiraya ku di dema şevê de bo nêçîrkirina teyrûtevalan bi kar tînin.
Dêsem
Deysem. Navê serdarekî kevn ê Kurd bûye di serdema Sasaniyan de ku bi “Dêsemê şêr” navdar bûye, û di dema êrîşa Ereban bo ser Kurdistanê hatiye kuştin.
Solan
Kok û binetar. Bineçe. Tuxm.
Newzerr
Zêr û zîwê nû.
Firyane
Navê hewayekî qetarên stranên kurdî ye. Awayek e ji pênc awayên agirê Zerdeşt ku dibe agirê canê xelkê û jîndaran.
Gulnîşan
Wek gulê. Ji nîşanên gulê.
Nadir
Kêmwêne. Degmen. Bêhawta.
Hozan
Helbestvan. Gelek zana. Qesîde. Parçeyek ji helbestê.