Dîle
Cureyek genimê şewitî ê reş e.
Ewgar
Mandû. Westiyayî. Perîşan. Birîndar. Hingavtî.
Zebare
Zibare. Herewez. Dema xelkê gund bo karê xwe alîkariya hevûdin dikin.
Çîçik
Gula ku li deştê pişkivîbe. Çûk. Cûcik.
Takane
Taqane. Yekane. Tenê zaroka dê û bav.
Kaxlî
Qaxlî. Giyayek e ku rengekî narincî û bedew heye û bo ser nan û girdeyan bi kar dibin.
Adem
Hezretê Adem
Şarê
Rêya pan û sereke.
Jîle
Jîlemo. Polên agir di bin xalîşînkê de. Gîjgîjoka hûr. Teyroka hûr. Terzey wird. Hûr û gir.
Nazgul
Wek gulê nazik.