Êza
Xelat.
Çolî
Çol. Vala.
Poşen
Cilûberg.
Degmen
Kêmser. Bi zehmet tiştek ku peyda be.
Koma
Wate kom. Girse. (Koma muzîkê).
Kaşme
Giyayek e ku pelgên wê pan in û dolmeyan jê çêdikin.
Gencîne
Sermiyan. Malê dunyayê.
Kardox
Gizenfon di kitêba xwe de wek çiqeke Kurdan bi nav kiriye.
Rojan
Pirjimara rojê. Ji cinsê rojê.
Bajîlan
Eşîreke Kurdan e.