Zemo
Navê çiyayekî ye li Kurdistanê.
Pîroze
Balindeyekî efsaneyî ye. Kevirekî şîn ê binirx e.
Bistîk
Oşiya tirî.
Cejne
Cejn. Roşan. Roja şahî û kêfxweşiyê.
Arkî
Herkî. Navê çiqekê ye ji hoza zêbariyan.
Kewzan
Kizwan. Şînok.
Şetaw
Ew cogeha ku ji buharê heya destpêka havînê li zozanan befraw jê tê xwar.
Barîse
Firrfirre. Firrfirroke. Darê navbera stûn û karîteyê.
ratû
Xêra ku didin feqiyan, wek nan û ... hwd.
Avdîn
Tolhildan. Wergirtina heqê xwe.