Demawen

Demawend. Zozanê ku di nav mij û dûmanê de winda bûbe. Çiyayê ku mij û dûmanê dagirtibe. Demawen navê gundekî bû li Başûrê Kurdistanê ku rejîma Beisê ew gund wêran kir. Navê çiyayê herî bilind ê Îranê ye ku dikeve navbera Mazendiran û Tehranê de. Navê serdarekî Sasaniyan bûye. Navê bajarekî kevn bûye li Mazenderanê ku dibêjin Ejdehak paşayê Mad di nav çiyayekî wî bajarî de bi biryara Fereydûn girtî bûye.

Rence

Êş û azar. Karê dijwar.

Şinawe

Navê gundekî ye li herêma Pişder li Başûrê Kurdistanê. Parçe zewiyeke piçûk a kêlgehekê ye ku hatiye kêlan bo çandinê.

Efsane

Destanên xeyalî.

Rêsan

Kaniyek e li Awiyera Mezin a Sineyê.

Wersa

Pêşsan. Qerewilê pêşiya leşker.

Pirpirîk

Pepûle. Perperok.

Waner

Xwîner.

Asos

Yek ji wan çiyayên asê ye li Başûrê Kurdistanê, ku ji “Qeladizê” ve dest pê dike heya ku digihîje “Mawet”ê.

Aso

Sûya asîman û erdê. Xêza dawiyê a bi hev gihîştina erd û asîman, ku bi çav wisa tê dîtin.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!