Kalme
Navê şemşîreke kevn e.
Perîrû
Rûyê wê wek periyan. Dêm perî.
Qezwan
Wen. Berê darwenê. Dara ku benûşt jê digirin. Tizbî jî pê têne çêkirin.
zîlan
Kevirê gelek mezin. Raz.
Jîlewer
Jînewer. Zîndewer. Giyandar.
Gulebûk
Cureyeke kulîlkan.
Jîlekan
Cihê agirê vemirandî.
Barêne
Navê gundekî li Kurdistanê.
Ekra
Deshilatdarekî Kurd bûye di serdema Elçatîwê Mexol de.
Mangrû
Dêm wek heyvê.