Gijnîje
Gijlok. Gîjgîjok. Teyrok.
Firawîn
Firavîn. Xwarina danê nîvro.
Taşiye
Mijar. Babet. Kêrhatî.
Mazîçin
Kesê ku maziyan diçine.
Rageş
Qisexweş. Suhbetçî.
Camêr
Ciwanmêr. Mirovê baş. Xweşmêr.
Hêşîn
Hertim şîn. Hertim kesk.
Hejmet
Xefet. Keser.
Rojbeyan
Navê eşîreke Kurd in ku li Başûrê Kurdistanê dijîn, û Cemîl Rojbeyanî nivîskar û zanayê navdar ê ku bi biryara hikûmeta Beis û bi destê Kurdê xwefiroş hate kuştin, ser bi vê hozê ye.
Çîne
Rêzek ji dîwarê herî.