Genco
Rû li kesê genc û law. Ha genco! (Ha kurkê genc. Ha kurkê law).
Narewen
Narwen. Darek e wek gezne (gesgeskê), çiqên bedew hene û gelek qahîm e. Pelgên wê tije ne û berî vê ku pelgên wê bipişkivin gul dide, lê bêber e.
Herdem
Hertim. Hemû demê. Hemû gavê.
Pêjan
Patin. wek mînak: Nanpatin. Nanpêjan.
Menîje
Paqij. Pak.
Aheng
Li hev civiyan bo cêjn û şahiyan. Şahî û dîlan di nav cêjn an merasimekê de.
Xonas
Xwenas. Kesê xwe nas dike.
Nijyar
Xaniyê ku bi tenê ji keviran hatibe çêkirin.
Rajane
Giyayek e ku wek derman jî tê bikaranîn.
Famiye
Jîr û têgihîştî. Famker.