Zêwar
Qerax. Perawêz.
Şaliyar
Şariyar. Meznê bajar. Deshilatdarê bajêr. Şayar. Hemdest û hevalê paşa. Navê helbestvanê mezin ê Kurdên Zerdeştî Pîr Şaliyar e ku li Hewramanê jiyaye, û wê demê bûye ku ereban êrîşî ser Kurdistanê kirine.
Rondik
Rondikên çavan. Hêsirên çavan.
Adgar
Azgar. Bi berdewamî. Li pey hev. Peytapeyta. Pesapesa.
Berhem
Hasil. Behre
Gulbarîn
Gulbaran.
Tirûske
Birîqe. Şewq. Ronahî.
Pawan
Pelex. Kode. Bax an erdê qorixkirî.
Sirwe
Gotûbêja evîndarane. Raz û niyaz. Şine. Bayê hênik ê sibezûyan.
Hawêr
Herçar alî. Ji hevdu veqetandina berx û karikan ji dayîka wan bona ku şîrê wan nemijin.