Basiret
Gundek e li herêma Botan li Bakûrê Kurdistanê.
Dersîma
Ji peyva Dersîm hatiye wergirtin.
Binyat
Bingeh. Kok. Xîm. Binêşe.
Berçin
Selika fêkiyan. Berçine.
Ewkan
Navê kevn ê bajarê Sayînqela yan Şayîndij e. Manayî li wir jiyane.
Firîsk
Guleke kîvî ye ku buharan şîn dibe.
Reçaw
Bijartina kesekî bo karekî. Liberçavgirtin. Haylêbûn. Agehlêbûn. Retîn: Reviyana li ber tirsê. Retên ji çawga peyva (Retan) bi wateya lipeyketin (rawedûnan, lidûketin)ê hatiye wergirtin. (Retên retênêk bû mepirse).
Bijwên
Zewiya ku zêde giya û çêre tê de hebe.
Dotmam
Keçmam.
Cewer
Naverok. Navik.