Mangîle

Heyva ku taze hiltê. Şiklê heyvê di nav alayê de.

Derez

Navê baxekî ye li herêma Hewramanê.

Birîqe

Biriqîn. Çilvilîn.

Birîn

Xwînhatin ji perçeyeke leş.

Berzê

Bejin bilind. Bejin bedew.

Dêber

Erdê binê gund.

Gilare

Giliyê tirî. Gilîneya çav.

Kovar

Govar. Belavoka ku heftane yan mehane carekê tê weşandin.

Pazar

Kevirekî gelek binirx e ku jin wek zêr û cewahir bi kar tînin.

Kolkezêrîne

Keskesor. Bûka baranê.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!