Şazê
Rûbarê mezin.
Cigersoz
Cergsoz. Dilsoj. Dilovan.
Rexşan
Birîqedar. Biçirûsk.
Tewar
Baza mê.
Narê
Serbendê straneke kurdî ye.
Homa
Humay. Bi zazakî wate: Yezdan. Xwedê. Xweda. Perwerdigar. Dilgirêdan bi karê baş an xirab. Strana ku bo razandina zarokan bi kar tê. Navê teyrekî ye ku li gor metolojiya Îranê ger siya wî teyrî bikeve ser serê her kesî, ew kes dê bibe paşa. Gundekî Kurdnişîn e li herêma Birûcirdê.
Rehêl
Rehêley baran. Rêjne. Barana tund. Barana gir. Guşîna baranê.
Rêzbar
Rêzdar.
Nizar
Lawaz. Daristan. Pesar. Di çiya de ew cihê ku sîber e û gelek bi kêmî roj lê dide.
Kilawzer
Kumê ji zêrê hatibe çêkirin.