Berşîn
Bi hewramî wate derketin.
Alan
Navê herêmekê ye li bajarê Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê.
Karî
Karîger. Kartêker. Kûr (Birîna wî karî ye, wate birîna wî kûr û giran e). Bihêz û têkoşer. Zîrek di karkirinê de.
Wazin
Nûkulîlk. Hêvî û miraz. Bi kirmaşanî wate vekirîne (Dergan wazin).
Gulçin
Gulçin. Guldirû. Hilbijarde. Taybetî.
Dasîko
Navê kurdî yê gundekî bûye li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk a faşîst navê wê guheriye û kiriye tirkî.
Hadar
Mend. Tiştê ku nabizive. Nalive. Necûł.
Hewar
Hawar. Bi dengê bilind bangkirin.
Gorî
Sedeqe. Qurban. Fîda. Feda.
Jîle
Jîlemo. Polên agir di bin xalîşînkê de. Gîjgîjoka hûr. Teyroka hûr. Terzey wird. Hûr û gir.