Buware
Derfet. Firsend.
Xokar
Alava ku bixwe serbixwe karê destan encam dide.
Kane
Karê hilkolîna daran.
Sosik
Xalxalok. Kêzxatûn.
Bermak
Navê kurdî ê gundekî bû li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk guherî û navê tirkî danî cihê wê de.
Nelas
Gundek e li nêzî Serdeştê ku li hindav çemê Kelwê ye.
Çeleng
Çalak. Peyt.
Besoz
Xemgîn. Dilgîr. Dengê nerm û xweş. Dilsoj.
Bistîk
Oşiya tirî.
Pirdîka
Navê keça Atropat deshilatdarê Mad bûye li sala 324an berî zayînê ku hevdem bû digel êrîşa Eskenderê Meqdûnî bo Îranê.